31 May 2026 - 09:59
Source: kmr.abna24.com
“Urmiye: Du sîxurên rejîma Siyonîst hatin desteserkirin”

“Leşkerên nenas ên Îmamê Demê (ec) li (Supaya Pasdaran), du kesên bi rejîma Siyonîst re têkildar li Urmiyê nas kirin û desteserkirin.”

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Ahlul-Beytê (s.x)– ABNA– “leşkerên nenas ên Îmamê Demê (ec)”* yên di nava Supaya Pasdaran de, du kesên ku bi rejîma Siyonîst re têkildar bûn, li bajarê Urmiyê nas kirin û desteserkirin.

Ev her du kesên ku bi ajanên girêdayî rejîma Siyonîst re dixebitîn, ji aliyê leşkerên nenas ên Îmamê Demê yên Supaya Pasdaran a Şoreşa Îslamî ve hatin girtin.

Li gorî raporê, kesên hatine girtin, bi rêya sepana Telegramê agahî û koordînatên hin cihan, di nav de dibistan, mizgeft û navendên berxwedana Besîcê, ji ajanên derve re şandine.

Her wiha hatiye ragihandin ku ev kesan piştî êrîşên pêk hatine, ji cihên zirar dîtine dîmen û wêneyan girtine û ji bo aliyên têkildar şandine.

…………….

Dawiya Peyam/

Your Comment

You are replying to: .
captcha